Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka û Rûsya lihevkirin

Yekîtî Media 16/7/2016

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Con Kêrî ragehand ku, welatê wî li gel Rûsyayê li ser çend pêngavan rêkeftine eger hatin cîbecîkirin dê pirsgirêkên girêdayî bi rejîma Sûriyê û Cebhet El-Nûsrayê bêne çareserkirin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Con Kêrî di kongreyek rojnamevanî de ligel hevşanê xwe Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sêrgî Lavrov piştî danûstandineke dirêj li Moskoyê ew daxuyanî dan.

Kêrî diyar kir ku, ew wan pêngavan eşkere nakin ji ber ku,  heta ew pêngav biser bikevin pêwîstiya xwe bi kareke zêde heye.Tekez kir ku, ew pêngav berpirsyaretiya her aliyekî ji aliyên kirîzê destnîşan dike.

Kêrî bi armanca çareserkirina kirîza Sûriyê serdana Rûsyayê kiribû.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button