Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serok Barzanî: Sala li gelê Kurdistanê pîroz kir

Bi bona hatina sala nû 2015`e serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek arestey gelê Kurdistanê kir û sala nû li gelê Kurdistanê pîroz kir.

Eve deqa peyamê:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hêvîdarim sala 2015 ji bo hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û hemû mirovayetiyê sala bextewerî û xweşguzeraniyê be. Hêvî dikim sala nû sala bi dawî hatina teror û înkarkarî û tundrewiyê be û êdî rûmet û kerameta mirov neyê binpêkirin û aştî xwe li ser navçeya me da bikêşe û bihayên mirovî li ser kîndarî û req da serbikevin.

Bi helkefta serê sala nû hezaran silav ji bo giyanê pakê şehîdên rêya azadiyê û ji bo ruhê bêgerdê wan Pêşmergeyên qehremanên li şerê dijî terorîstên DAIŞ de azayane canê xwe gorî gel û nîştîmanê kirin. Ji wê yekê bawerim ku gelê Kurdistanê bi wê bihaya xwe ya bilinda ke heye serdikevê û şikest û serşorî ji bo dijminan dimîne.

Bi pêwîstî dizanim li vê helkeftê de spasî xweragiriya hemû take kesekî xelkê Kurdistanê bikim û her wiha wan hemû azîzên li koçberî û kamp û wargehan de dijîn ku li rewşeke sext û dijwar da tehemula qeyran û nexweşiyan kirin û palpiştê hêzên Pêşmerge û dam û dezgehên Herêma Kurdistanê bûn. Pişt bi xwedayê mezin û gelê Kurdistanê li sala nû da hemû bi serbilindî vegerin ser mal û halên xwe.

Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
31.12.2014

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button