Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Pêşmerge li Giwêr û Mexmur êrişî DAIŞ kir

Îro danê pêş nîvro 31/12/2014 hêzên pêşmerge jib o azadkirina û paqijkirina hemû ew gundên ser bi sînorê Mexmur û Giwêrê ku niha li jêr kontrola terorîstên DAIŞ dene kir.

Berpirsê komîteya Mexmurê ya YNK Reşad Gelalî ji PUKmedia`yê re ragihand: Di demjimêr 11:00 pêş nîvroya îro hêzên pêşmerge bi hevkariya hêzên artêşa êraqê û hêzên eşîretên navçeyê êrişî terorîstên DAIŞ ên li navçeyên Mexmurê û Giwêrê kir.

Gelalî got: Ew navçeyên ku pêşmergeyan êriş birine ser gundên (Sultan Ebdula, Til Şeîr, Diwêzatî û Ne`na) ne û operasyon hîna berdewame.

Amaje bi wê yekê jî kir ku êriş ji sê qolan ve û bi çekên giran û topan destpê kiriye her weha j’ balafirên şer li ser asmanê Giwêr û Mexmur de digerin û baregehên DAIŞ`ê bombardoman dikin û pêşmerge bi pêşve diçe.

PUKmedia/Hozan Fatih

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button