Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mûsil bi tirs derbasî sala nû dibe

Mûsil – Xelkê Mûsilê îsal ji salên borî cudatir pêşwaziya sersalê dike. Him kêfa Mûsiliyên li Mûsil ya ku di bin kontrola DAIŞê de him jî ya penaberên Mûsilî yên ji derveyê bajêr nîne.

Lemiya Recep (35) ya ku ji Mûsilê ji Rûdawê re derbarê bajêr li dijî wiha got: “Ti sal ji bo Mûsilê wekî sala 2014an xerab derbas nebûne. Bûyera salê ya herî xerab destdanina DAIŞê ya li ser bajêr bû. Heta niha 200 kes ji Mûsilê hatine kuştin.”

Lemiya Recep anî ziman ku ti hêviyên wê ji sala nû nîne û got: “Ti Nûçeyên baş nîne, xwezî sala 2015an derengtir bê.”

Xelkê sunnî ji çekdarên şîe yên ku ligel Artêşa Iraqê şer dikin jî gilîdar in. Erebên sunne dibêjin çekdarên şîe li hin derên ji DAIŞê hatin rizgarkirin malên wan talan dikin. Ji ber vê yekê jî xelk ji “operasyona rizgarkirinê” ku heger çekdarên şîe tevlî bibin bifikarin.

Cumane Îşo ya ji Mûsilê reviyayê ku mesîhî ye, li Hewlêrê li taxa Enkawa bicih bûye. Îşo sala borî li otelekê sersala xwe derbas kirî bû lê îsal dê li derê pêşwaziya sala nû dike.

Berpirsê Karên Mesîhî yê Wezareta Ewqaf Xalid Cemal ragihand ku îsal 12 hezar mesîhî ji Mûsilê reviyane û li Herêma Kurdistanê û li welatên derdor bicih bûne.

Dayika Xalid Cemal ku 60 salî ye wiha dibêje: “Sala 2014an li Mûsilê gelek kes mirin. Sala 2015an jî dê wisa be.”

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button