Break newsNûçeslide

Serkeftina Çareseriya Siyasî Girêdayî Ye Bi Rijdiya Kargeriya Navdewletî Ve Bo Neçarkirina Rêjîma Esed Bi Cîbecîkirina Wê

Îro desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî di civîna xwe de gengeşe li ser daxuyaniya serokatiya Netewên Yekgirtî kir, ya ku têde Netewên Yekgirtî pabendiya xwe bi pilana Şanderê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Stîvan Dî Mistora ragihand.
Di vê derbarê de endamê desteya siyasî û serokê berê yê Hevbendiyê Hadî Elbehra tekez kir ku çi çareseriya siyasî sernakeve bê hebûna viyanek navdewletî ku rêjîma Esed neçarî danûstandinek ceddî bi operesyona veguhestina siyasî re bike, ji bo bihêzkirina gelê Sûriyê da karibe dariştina destûrek nû bike û serkirdeyên xwe hilbijêre bi rêka helbijartinên azad û destbpak û zelal.
Elbehra amaje kir ku rêjîma Esed bi zafkirina oparisyonên leşkerî û bi encamdana tawankariyan di derheq sivîlan de bersiva daxuyaniya Serokatiya navdewletî da, hevdem xembariya xwe da xuyakirin li hember ku heta niha kargiriya Navdewletî nikariye wek tê xwestin çalak kartêker be.
Elbehra pêdagirî li ser wê yêkê kir ku Hevbendî bi rijdbûn û bi erênî têkiliyê bi her yek ji destpêşxeriya Dî Mistor û daxuyaniya Serokatiya Netewên Yekgirtî dike, û diyar kir ku kowalisyonê sûre li ser gavên cêbicêkirina pêşniyarên aktîvkirina cêbicêkirina daxuyaniya Jinêv û goftûgoyên li ser wê, rengvedanek rasteqîn be ji daxwazên gelê Sûriyê re û herwiha ku pêwîst e zêvirîn li wan daxwazan neyê kirin ji her aliyekî yan çi bi şêwazê helbijartina girûpên gengêşeyan be ,yan bi rêka mêkanizmên standina biryaran herwiha wek mêkanizm û binyadên danustandinê yên jê encam didin.
Elbehra dîsa got: ku nabe girûpên danustandinê bêne destnîşankirin ku bibin egerê dana derfetê bo hin kesan ku daxwazên gel sivik  bikin, û nabe giraniyek nûnerayetiyê bo hikûmeta rijêmê bête dan ku wek nûnerayetiya gel yan jê bêhtir be bi rêka hin şêwazan ku nûnerayetiyek zêdetir bide hikûmetê.Jêder:Hevbendî  

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button