Break newsNûçeslide

Pêwîst e Herdu Biryarên 2156 Û 2139 Bêne Cêbicêkirin Ji Bona Rizgarkirina Birîndarên Komelkujiyên Esed Li Dûma

Hevbendiya Niştimanî û ligor biryara Encûmena Ewlekariyê hejmar 2165 ya tekest dike li ser derbaskirina alîkariyên mirovî bo navçeyên dorpêçkirî bê wergirtina erêkirina desthilata Esed, daxwaza encamdana rêşûnên bilez yên hawarçûna xwarin û saxlemiyê yên pêwîst dike ji bona rizgarkirina giyanê sivîl û birîndarên bajarê Dûmayê.
Îro di daxzuyaniyeke Nivîşîngeha Ragihandina Hevbendiyê de amaje hatibû kirin bi bobilata mirovî ya ji encama êrîşên rêjîma Esed û Îrana dagirker di van rojên bûrî de li ser bajarê Dûmayê bû, ya ku bûye bajarekî wêrankirî û têde bi sedan birîndar dijîn ku pêwîstiya nêzîkî 300 kesî ji wan bi karên niştergeriyê heye û neştegirî ji wan re nayên kirin ji ber dorpêça li ser bajêr, lewra pêwîstiya Dûma bi hilmeteka bilez heye bo derbaskirina alîkarî û alavên pêwîst bo rizgarkirin û raguhestina wan bo cihên tenah ku alavên tenduristî lê hebin ji bona encamdana karên niştergerî..
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de tekezî kiribû li ser pêdawîstiyên biryara Encûmena Ewlekariyê 2139 bêne bichkirin yên tekeziyê dikin li ser qedexekirina bikaranîna bermîlên teqîner û çekên bitewşî di navçeyên akincîdar de, û dest bikarê rakirina dorpêçê di zûtirîn dem de ji ser sercem navçeyên dorpêçkirî ji bal mîlîşeyên Îranê û çeteyên Bişar, û derbaskirina alîkariyên xurdemenî bo hemwelatiyan..
Herwiha daxuyaniyê bal kişandibû li ser ku Heta niha hêjî tawankarî yekem û tenha  bijardeya rêjîma Esed û mîlîşeyên terorîst in bo bersivdana li ser destkeftên leşkerî yên Şoreşê, û herwiha ji bona rêgirtinê li pêş bizava dîblomatkarî ya piştgir ji bona parastina sivîlên Sûriyê bi rêka durustkirina navçeyên tenah, herçende ku rêjîm û bi hevalbendên xwe ve hewla tevlîhevkirina kaxezan dike bi rêka pêkanîna kuştarên berdewam derheqê sivîlan.  Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button