Break newsNûçeslide

QAMÎŞLO – Teqînek bihêz çêbû: 11 şehîd

Qamîşlo (Rûdaw) – Îro danê sibehî teqînek li bajarê Qamîşlo ya Rojavayê Kurdistanê qewimî.

Çavkaniyên taybet li nava bajarê Qamîşlo ji Rûdawê re ragihandin, îro danê sibehî teqînek li ber avahiya Asayişa Navendî li bajarê Qamîşlo ya Rojavayê Kurdistanê çêbû.

Li gor agahiyan, teqîn bi rêya tankereke bombekirî li ber deriyê asayişa taxa Enteriyê li pîşesaziyê çêbû.

bi gotina çavkaniyên Rûdawê, di encama teqîna îro de 11 kes şehîd bûn û zêdetirî 29 kes jî birîndar bûn. Herwiha hat zanîn, ziyanên mezin ên maddî gihîştiye dukan û avahiyan nêzîkî cihê bûyerê.

Li gor agahiyan şehîd û birînarên teqînê ji xelkê sivîl in.

Hat zanîn, piştî teqînê tîmên hawarçûnê cenazeyên şehîd û birîndarên teqînê ber bi nexweşxaneya Qamîşlo ve veguhestin.

Heta niha ti aliyekî berpirsatiya teqîna îro negirtiye stuyê xwe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button