Break newsNûçeslide

Pirotestoyeke Navdewletî Ji Kuştara Rêjîma Esed Li Dûma Û Arzandîtina Wî Ji Xwîna Mirovan Re

Emerîka, Birîtanya, Frensa, Elmanya û Qeter doh Duşembê kuştara ko Rêjîma Esed li Dûma ya Gundewarê Şamê kir û 120 şehîd ketin û bi sedan birîndar bûn pirotesto kirin.
Berdevkê fermî yê wezareta derve ya Emerîkî Con Kêrî got: “em bi tundî êrîşên hovane yên rêjîma Esed roja yekşemba derbasbûyî li ser bajarê Dûmayê pirotesto dikin.” Hem nerazîbûna xwe da ji “arzandîtina Rêjîmê ji xwîna mirovan re “ bêtir got ko Waşinton digel şirîkên xwe ji bo veguhêzêke siyasî bi rêkûpêk bêyî Tawankar Beşar Elesed kar dike.
Wezîrê derve yê Frensa Loran Fabiyos êrîşên asmanî yên ko rêjîma Esed li ser bazara gelêrî li Dûma pirotesto kirin û ew bi “nemirovî” salix dan. Fabiyos di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ko rêjîma Esed dudil nabe eger careke din jî “kuştarekê li dijî mirovantiyê” di derheqê miletê Sûrî de bike. Tekez kir ko çareseriya siyasî li Sûriyê dê li ser bihngeha daxuyaniya Cinêvê be.
Dewleta Qeterê jî bi tundî kuştara li dijî mirovantiyê ya ko Rêjîma Esed di derheqê sivîlên bêguneh de li bazara gelêrî li Dûmayê pêk anî pirotesto kir. Wezareta derve ya Qeterê di daxuyaniyekê de tekez kir ko berdewamiya Rêjîma Esed di kirina tawankariyan  li dijî sivîlan beraberiyeke ji wijdanê mirovî û yasaya navdewletî re ye, û çareseriya siyasî li Sûriyê bêtir asê dike. Hem li pêş bizava navdewletî ya bi armanca veguhêztineke siyasî li gora daxuyaniya Cinêvê ya di 30.06.2012an de astengiyan datîne.  
Wezareta derve ya Qeterê di daxuyaniya xwe de dubare doz li civaka navdewletî kir ko bi berpirsiyariyên xwe yên sincî û yasayî rabin û bilez tevgerekê bikin li gora peymana Netewên Yekbûyî û yasaya navdewletî ji bo miletê Sûrî biparêzin, û evan tawankariyan birawestînin û berpirsên wan siza û radestî dadiyê bikin.
Nûnerê Desthilata Birîtanya yê ji bo Sûriyê Garît Bayilî êrîşên hovane yên rêjîma Esed li ser bajarê Dûmayê ko gelek sivîlên bêguneh ji nav wan jî Jin û Zarokan jiyana xwe jidest dan pirotesto kir.
Bayilî xemgîniya xwe li ser qurbaniyan û berdewamiya êrîşên asmanî li ser Dûmayê derbirrîn kir. Destnîşan kir ko serjêkirina gelê Sûrî gerek bête rawestandin û ew nabe eger Esed di desthilatê de berdewam be.
Bal kêşand ser wanên ko piştgiriya Esed dikin, gerek bêtir bizavê bikin da Esed sivîlan amanc neke.
Tekez kir ko Birîtanya di piştgiriya miletê Sûrî de berdewam e ji aliyê navdewletî û netewên yekbûyî û ji bo veguhêzoka siyasî û piştgiriya berevanên sivîl yên ko rewanên Sûriyan diparêzin dikin. Yên ko nûnerîtiya amancên rastî ji gelê Sûriyê re wek Hevbendiya Niştimanî Sûrî dikin.
Xalid Xoce serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî destnîşan kiriye ko wêrekiya Rêjîma Esed û destdirêjiya wê ji kirina kuştaran li dijî sivîlan ko ev bûye 53 meh berdewam dike, ji bêdengiya navdewletî tê.
Bal kêşand ser yê ko evê Rêjîmê çekdar dike û li Encûmena Ewlekariya Navdewletî ji sizayê diparêze, ew jî hevparin di berpirsiyariya evê kuştara ko sivîlên dorpêçkirî bi firokên cengî dikuje.Jêder: Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button