Break newsNûçeslide

Giringtirîn Mijarên Siyasî Û Leşkerî Îro Li Ser Maseya Desteya Siyasî

Di lîsteya karê wê de çendîn babetên giring hene, û giringtirînên wan pêşketinên rewşa gorepanî û serdana dawî ya Moskoyê ya ko ji demeke berê ve li ser daxwaza Hevbendiyê bû hatin gengeşe kirin..
Desteyê encamên hevdîtina Şandeya Hevbendiyê bi Serpereştiya Rûsî re gengeşe kirin.
Xalid Xoce serokê Hevbendiyê di kongirekî rojnamevanî de li Mosko got ko Rûsiya parastina Sûriyê wek dewlet dixwaze û hiştina serokê Rêjîmê jê re ne giring e, û tekez kir ko Beşar Elesed û simbolên Rêjîma wî  dê di qonaxa demkî ya veguhêz û siberoja sûriyê de beşdar nebin.
Her wiha Desteyê hevdîtina nêzîk ya digel tîma Netewên Yekbûyî û ya bi balyoz Izeddîn Remzî re cîgirê Şandyarê Navnetewî yê Sûriyê Stîvan Dî Mistora  gengeşe kirin.
Her wiha pêşketinên Gorepanî û yên leşkerî li Zebedanî, Dareya, Der’a, Gundewarê Hema, Kefreya û Fo’a û danûstandinên derbarê bajarê Zebedanî û derdorên wê, û giringiya dabînkirina gerntiyan ji civaka navdewletî di rêya Netewên Yekbûyî re ji çi peymana ko çê bibe re. Bi mercê ko Niştecih li malên xwe bimînin û yên derbider li cihên xwe vegerin û alîkariyên hawarhatinê biliztirîn dem û berdewam bigihên, û dabînkirina çareseriya Birîndaran û çêkirina navendên bicihkirina derbiderên ko malên wan wêran bûne li bajarên wan hatin gengeşekirin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button