Break newsNûçeslide

Em Bombebarana Hevpeymana Navdewletî Ji Gundê Ettma Re Pirotesto Dikin Û Doza Vekolîn Û Sizakirinê Dikin

Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û hevrikiya Sûriyê Salim Elmislit lêdana asmanî ya ko Hevpeymana Navdewletî ji bo şerê tiroristiyê bike do roja sêşemê li Gundê Ettma ya li ser sînorê Tirkiyê ya ko çendîn qurbanî ji sivîlan û ji nav wan zarok jî çûn şermezar kir, ev mijar divê ne bê rave û vekolîn û sizakirin be.
Wezareta derve ya Emerîkî doh çarşembê berpirsiyariya xwe derbarî êrîşê ragihand û got; bi plan li derdorê Helebê 11 Tebaxê 2015an û destnîşan kir li bajarê Ettma, bê ko Bingeha Asmanî ya ko firok jê derketine bide xuyakirin. Li gora Acansa Enadol ya nûçeyan ragihand.
Û bi bûyerê re rêjîma Esed di 48 demjimêrên buhurî de çendîn kuştar pêk anîne û bêtir ji 120 kesan şehîd ketine, her wiha bi sedan birîndar bûne.
Herêmên ko amanc bûne Idlib, Me’eret Misrîn, Seqba, Dûma, Dareya û herêmine din.   
Elmislit got biwara tawankarî ya berdewam ko Rêjîma Esed dike, li ser civaka Navdewletî feriz dike ko parastina Sivîlan bi hemû awayan bike. Di serî de Herêma aram dabîn bike.
Elmislit destnîşan kir pirotestoya rastîn ji tawankariyên Rêjîmê re ew e ko Hevpeymana Navdewletî lêvegera istiratîciya xwe bike û biryareke tund û lezgîn bide dako herêmeke aram feriz bike, û desthilatdariya Rêjîma Esed ya tirorist li wir bidawî bike. Ji ber ko ew sivîl û taxên niştecihan amanc dike. Her wiha dê karîna Rêkxistinên tirorist û Çeteyan têk bibe. Ewê bihêle ew aramiya ko Rêjîma Esed û Rêkxistinên tirorist têk biribû vegerîne. Hem jî dê destê xwe deynin ser ewê gelemşeya bi encama bombebarana rojne çê dibe û hem wê derfetê bide ko karê siyasî û yê sivîl biafire. Ev jî dergehek ji dergehên çareserkirina siyasî ye.
Elmislit bal kêşand ser ko erkê Civaka Navdewletî ye ko parastina sivîlên Sûrî ya pêdivî dabîn bike. Hem jî operasiyonên bombebaran û wêrankirinê birawestîne. Dako derd û zehmetkêşana wan sivîlan kêm bike. Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button