Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka: Cihê Kurdistanê girîng e

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke Amerîkayê îro li navçeya Selahedînê ya Hewlêrê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir û ragihand, aramiya li Herêma Kurdistanê ji bo Amerîkayê girîng e.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li Selahedînê pêşwaziya Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Brett McGurk û rayedarên siyasî û leşkerî kir.

Di hevdîtinê de behsa rewşa Herêma Kurdistanê û bergiriyên rûbirûbûna terorîstan pêvajoya kontrolkirina Mûsil û rêyên şikest rêxistina DAIŞê hat kirin.

Di derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de şanda Amerîkayê balkişand ser rola erênî ya Herêma Kurdistanê tekez jî li wê yekê kir ku aramiya Herêma Kurdistanê ji bo Amerîka gelekî girîng e.

Di beşekî din ya civînê de aloziyên vê dawiyê ya di navbera Tirkiye û PKKê de hat gotûbêjkirin û şanda Amerîka piştevaniya xwe ji bo helwesta Barzanî ya ji bo PKK û Tirkiyeyê vegere danustandinê dan nîşandan.

Herwiha şanda Amerîkayê tekez li berdewamiya alîkarî û hevkarîkirina ligel hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir û ragihand ku piştgîriya Amerîka û hevpeymaniya navdewletî dê  ji bo Pêşmerge bidome. 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button