Break newsNûçeslide

“Kê neeciband bila derkeve derveyî Rojava“  

Vê daxuyaniya Îlham Ehmed, nerazîbûneke berfereh di nava xelkê rojavayê Kurdistanê de çêkir û bû cihê gengeşiyeke mezin.

Rojavayê Kurdistanê ku ji Efrînê dest pê dike û li Dêrika Hemko disekine, ji aliyê Tevdem û PYD ve tê îdarekirin û xelkê wan li hember her tiştê ku li Kurdistanê çêdibe, weke berpirs dibîne.

Bi taybetî jî di vê dema dawiyê de, ku rojavayê Kurdistanê rû bi rûyî xetera valakirin û koçeke bi kom e.

Şepêla Pêşeroja Kurd li hember vê daxuyaniya Îlham Ehmed, diyar kir ku ew gotin rê li ber koça ciwanên Kurd ber bi Ewropa ve vedike û daxuyaniyeke bê mesûliyet bû û ji siyasetê dûr bû, weke gotina lîstikvanekî fotbûlê bû, ku ji xelkê re bêje, eger we lîstik neeciband ji stadyumê derkevin.

(Avestakurd)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button