Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Serdana Malikî bo Mam Celal hat paşxistin

Hewlêr- Serdana serokwezîrê kar birêkir ê Iraqê, Nûrî Malikî bo Sekreterê Gitşî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî li Debaşan li Silêmaniyê hat paşxistin.

Duh, 25ê tîrmehê, parlamenterê lîsteya Dewleta Yasa, bi serokatiya Nûrî Malikî, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê Malikî bi hevaltiya şandekê ji berpirsên pile bilind ên Şîe serdana Talebanî bikin.

Lê endama serkirdatiya YNK û endama malbata mam Celal, Ala Talebanî ji Rûdawê re aşkere kir ku: “Em hatin agehdarkirin ku serdana îro ya Malikî bo mam Celal hat paşxistin.”

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji dema ku mam Celal vegeriyaye rojane gelek xelk serdana wî dikin, vê yekê wiha kir ku pizîşkên wî daxwaza bênvedaneke kurt jê re bikin, lê Ala Talebanî ev yek ji Rûdawê re piştrast nekir.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button