Break newsNûçeslide

“Di hefteyekê de 1 hezar leşkerên Sûriyê hatin kuştin”

Hewlêr – Çavkaniyên dijber ên Sûriyê aşkere kirin ku di heyama yek hefteyê de nêzikî yek hezar leşkerên artêşa fermî ya Sûriyê hatin kuştin.
Rewnageha Sûriyê ya Mafên Mirovan di daxuyaniyekê de li ser zarê çavkaniyên dijber ragihand ku di heyama yek hefteyê de ji şer û pevçûnan di navbera hêzên artêşa Sûriyê û grûpên îslamî de li Reqa, Dêrezor û Helebê nêzîk 1 hezar leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.
Herwiha rewangehê, ku navenda wê li Londonê ye, amaje kir ku desthilatdarên Sûriyê daxwaz ji xortan dikin ku tevlî rêzên artêşa wî welatî bibin.
Lê rewangehê daxwaz ji xortên Sûriyê kir ku tevlî rêzên artêşa Sûriyê nebin û vê daxwaza desthilatdaran pêk neyênin.
Çavkaniya navborî aşkere kir jî ku di encama şerê yek hefteyê de, rejîma Sûriyê gelek bazgeh, kargehên lojistîk û aborî ji dest xistin ji bilî hejmara zêde ya leşkerên ku di vê heftiyê de mirin.
Li gor daxuyaniya rewangehê, ji dema destpêkirina şoreşa Sûriyê di 15ê adara sala 2011an ve û heta niha, ev amare herî zêde ya zirarn e ku digihe leşkerên rejîmê û çekdarên alîgirê wê.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button