Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Nameya Ocalan ji bo Barzanî gihişte Kurdistanê

Parlamentera Kurd Leyla Zana, nameya serokê PKK Abdullah Ocalan, gihande serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî. Heta niha naveroka nameya Ocalan diyar nebû ye, lê tê çaverêkirin ku ew li ser kongreya netewî, rewşa rojavayê Kurdistanê.
Her wiha wê behsa kêşeyên di navbera PYD û PDK-S de jî werin kirin.
Serdana Leyla Zana û şanda ligel ku parlamenterê HDP Sirri Sureya Onder jî di nav de cih digire, wê hefteyekê dirêj bike.
Leyla Zana û şanda bi wê re, wê biçin Silêmanî jî.

AVESTA KURD

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button