Break newsNûçeslide

Semînarek li ser Fîdralîzmê li navenda Ehmedê Xanî li Hesekê

Yekîtî Mediya – Hesekê

 

10/4/2016

 

Li ser vexwendina komîta şêwermend ya rêxistina Partiya Yekîtî ya Kurd li Hesekê, û li navenda Ehmedê Xanî ya çanda kurdî , îro êvarî semînarek li ser sîstema fîdralîzmê hat lidarxistin, parêzer Ekrem Şemo di semînara xwe de li ser bingehên sîstema fîdralîzmê axivî û hemû hûrbîniyên wê şirove kir, herweha cudahiya di navbera nenavendiya rêveberî û nenavendiya siyasî daxuyanê kirin.

 

Dûvre deriyê gengeşeyê hat vekirin û beşdaran gelek pirs û nerîn guftûgo kirin, li ser şêwazê pêkanîna fîdralîzmê di Sûriya ya paşerojê de, û semînar pê dewlemend û zengîn bû.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button