Break newsNûçeslide

Saziya malbatên pakerewanên Kurdistana Sûrya bîranîna yekem ya pakrewanbûna Mihemed Reşîd Ehmed vejiyandin

 

Yekîtî Media

Girkê Legê – gundê kêryê 9/4/2016

 

Bisponseriya saziya malbatên pakrewnên Kurdistana Sûriya, roja şemê 9 nîsanê 2016 di dema piştînîvro rêûresma vejiyandina bîranîna yekem ya pakrewanbûna Mihemed Reşîd Ehmed ji pêşmergên rojava hat lidarxistin li gundê kêryê li gundewarê bajarokê Girkê Legê, û bi beşdariya malbatên pakrewanên pêşmergên rojava û xelkên gundê kêryê.

 

Herweha şandek ji encûmena xwecihî ya Encûmena Niştimanî kurd li Girkê Legê beşdarî vê boneyê bû, û hin rêxistinên partiyên encûmenê û rêxistinên ciwanan û yên jinan.

 

Di rêûresmê de pêkêşvanê ahengê Dilo bavê Dilêr bixêrhatina mêvanan kir, piştre kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanan hat rawestandin , ligel sirûda netewî kurdî ” Ey Reqîb ”.

 

Û hin gotin hatin xwendin bi vê boneyê pakrewan pîroz kirin ji bal ( saziya malbatên pakrewanên Kurdistana Sûriya – Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanî Kurd li Girkê Legê – malbata pakrewan ) herweha gelek birûsik hatin xwendin vê boneyê pîrozdikin, ligel hinek helbestan.

 

Cîhad Ehmed birayê pakrewan ji nûçegihanê Yekîtî Mediya li Girkê Legê re axivî : em spasiya her kesê ku ev hekeftin vejiyandin dikin, û emê dilsoz bin ji xwîna şehîd re û ji rêbaza Berzaniyê nemir re ta em serkeftinê ji doza kurdî re bidestxînin.

 

Tê zanîn ku pakrewan Mihemed Reşîd Ehmed ji pêşmergên rojava di şerê li dijî rêxistina Daişê ya tîrorêst pakrewn ket li Kurdistana Îraqê 9ê meha nîsanê 2015.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button