Break newsNûçeslide

Bajarê Qamişlo û Şerê li Nisêbînê

Yekîtî Media

Qamişlo 9/4/2016

Ji 2ê meha adarê de hîn artêşa Tirkî berdewam e di bombebaran kirina bajarê Nisêbînê li Kurdistana Turkiyê bi tank û hawinên giran, piştî derbasbûna endamên PKK bajarê Nisêbînê û veguheztina pevçûnan bo nava bajarên kurdî.

 

Bajarê Qamişlo bi giranî ket bin bandora van pevçûnan, di rojên borî de gelek avêjtok li bajêr ketin, yek ji wan li gorepana saziya (Sadkob) ya sotemeniyê a girêdayî Rêjîmê ket nêzîkî taxa Elaya, ,ya din li taxa Xerbî û ya sisyan li gorepana xeta keracata ket bêyî ku tu ziyanên canî hebin, tenê ziyanên aborî çêbûn.

 

Herweha jinek bi guleyek Doşka birîndar bû di roja pêncşemê 7ê nîsanê li nîva bazar Qamişlo, ku jêder guleyê ji bajarê Nisêbînê bû.

Tê zanîn ku zarokê bi navê Ebdulsetar Cibara ew goriya yekem bû li bajarê Qamişlo, jiyana xwe li nexweşxaneya niştimanî jidestda piştî birîna wî ya giran di serî de.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button