Uncategorized

Heyva Sor a Kurd: Li wê taxa kurdan herî kêm 100 sivîl hatin kuştin!

 

Taxa şêx Meqsûd a Helebê

Qamişlo – Hevya Sor a Kurd, da zanîn ku di êrişên çekdarên îslamî yên li ser taxa şêx Meqsûd a Helebê, zêdetirî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 650 jî birîndar bûne.

 

Rêxistina Heyva Sor a Kurd, derbarê êrişên çekdarên îslamî yên radîkal li dijî taxa şêx Meqsûd a Helebê, ku taxa Kurdan e, û bikaranîna çekên kîmyayî. daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ruxmî ragihandina agirbestê li Sûriyê, li gelek deveran hîn şer berdewam e. Erîşên ku ji aliyê çekdarên girêdayî opozîsyonê Sûriyê ve li ser taxa şêx Meqsûd a bajarê Helebê de tên kirin û jin û zarokan hedef digirin, binpêkirinek eşkere ya mafên sivîlan e. Di van êrîşan de tax bi hemû cûre çekên giran tê wêrankirin. Li ser laşê hin qurbaniyan şopên bikaranîna çekên ku di qada navnetewî de hatine qedexekirin, hatiye dîtin.

 

Di beşek din a daxuyaniya Heyva Sor a Kurd de jî hatiye ragihandin ku heta niha di encama van êrişan de zêdetirî 100 sivîlan  jiyana xwe ji dest dane û bêtirî 650 kes jî birîndar bûne. Kesên birîndar du êşan dikşînin. Yek tinebûna dermanan ya din dorpêçkirina ji aliyê komên çekdar ve, ku nahêlin birîndar bigihîjin nexweşxaneyên bajêr.

 

Heyva Sor a Kurd di dawiyê de banga alîkariyê ji saziyên navdewletî kiriye û wiha gotiye:

 

“Em wek Heyva Sor a Kurd bang li rêxistin û saziyên mirovî û tenduristiyê dikin ku derbasî taxê bibin û alîkariyê bidin birîndaran. Her wiha em bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku mudaxele bikin da ku van êrîşên li ser kesên sivîl bidin seknandin.”

 

Jêder : Rûdaw

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button