Break newsNûçeslide

Girûpek nenas hewildana şewitandina bargeha Encûmena Xwecihî ya ENKS li Dirbêsiyê kir

Yekîtî Media

Dirbêsiyê 10/4/2016

Girûpek nasnameya wê nehat naskirin hewildana şewitandina bargeha Encûmena Xwecihî ya ENKS ( Navenda Ciwan Gotna ) li bajarê Dirbêsiyê kir, di dema piştî nîvê şeva doh di 10 nîsanê de 2016.

Eşref Melle serokê encûmena xwecihî ya Dirbêsiyê ji Yekîtî Media re axivî: ku nêzîkî demjimêr 2 piştî nîvê şevê telefonek ji welatiyekî jêre hat ku mala wî nêzîkî bargeha encûmenê ye, ku girûpekê ji gêncan xwestin ku bargehê bişewitînin, lê hewildana wan bisernekt jiber ku nikarîbûn kilîta dergehê serekî ji bargehê re bişkînin, herweha got ku cardî hewildan û deriyê bargehê bi bombeyên molotovê barankirin, û şewitandina hin xiradên bargehê yên ku li hewşa wê bûn, lê hin ji welatiyan yên ku malên wan nêzîkî encûmenê ne nehiştin ku ziyanên mezin çêbibin.

Herweha serokê encûmena xwecihî amajekir ku heman girûpê alaya Kurdistanê dizîn ya ku li ser banê bargehê hatibû bilindkirin, ligel nivîsandina hevokekê ku ENKS bi xiyanetê tometbar dike, û serhildana taxa Şêx Meqsûd dipesinîne ( li gor ku nivîsandibûn ).

Serokê Encûmenê tu alî bi şewitandina bargehê tawanbar nekir,lê got ev nameyeke siyasî ye ji Encûmenê re piştî helwestên Encûmenê yên siyasî ên xurt û wêrek.

Tê zanîn ku girûpekê bi navê ( Ciwanên Şoreşger ) ya girêdayî PYD di destpêka meha Nîsanê de bi heman şêweyî û bi heman hevokan li ser deriyê encûmena xwecihî ya rojhilat ya ENKS li Qamişlo nivîsîbûn, û herweha li ser hin dîwarên xaniyan di cadeyên serekî li bajarê Qamişlo.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button