Break newsRaportslide

şehidê  Fehmi Demir hate bi bîranin li köln

Bona sersaxi û biranina şehidê azadiyê Fehmi Demir li komela KOMKAR-Köln civîn hate li darxistin.

Gelek nunerên rêxistinên kurd û mêvan di civinê de beşdar bûn.

Civîn ji aliyê serokê kOMKAR-Kolnê Lezgin ve bi silavkirina mêvanan û bona rezgirtina şehid Fehmi Demir û hemu şehidên azadiyê bi deqayek rawestandine hate destpêkirin.

Pişti vekirina civinê endame revebira Komkarê birêz Bekir Togider axaftinek pêşkêşi mêvanan kir. Di axaftina xwe de li ser jiyan u xebat u tekoşina şehid Fehmi Demir rawestiya. Berdewamiya civinê de, ji Partiya demokrat a kurd li Suriyê (Parti)

Birêz Ekrem Ehmed, ji PDK Bakur birêz Baran Hemze ji axaftin kirin Herduyan ji di axaftinên xwe de dan nişandan, ku, şehid bûna kek Fehmi bona tevgera gelê kurd windayiyek mezin e û kek Fehmi ne tenê şehidê partiyekê an rêxistinekê ye ew şehidê hemu kurdan e.

Di civinê de nunerên Partiya Demokrat a Kurdistan (PDKI), Partiya Demokrat a Kurd li Suriyê (Parti), Partiya Yekiti a Kurd Suriyê (PYKS), Partiya Demokrat a Kurd Suriyê (PDKS), Partiya Demokrat a Pêşveru a Kurd Li Suriyê (PDPKS), PDK-Bakur, Partiya azadiya Kurdistan (PAK), KOCKAK beşdar bûn,

Axaftına Bekir Topgider bi vî awayî ye:

Mêvanên hêja, xwîşk û birayên delal

Hun tev da bi xêr hatin, ser çavan re hatin.

Em îro li vir ji bona şîna/taziya rêhevalê xwe ê qedirgiran Serokê Giştî ê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) û endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Birêz Fehmi Demir li vir kom bûne. Me rêhevalekî giranbiha, birayekî hêja, tekoşerekî mezin ê doza gelê Kurd û Kurdistanê di encama bûyereke trafîkê de di roja 25.10.2015’an de mixabin winda kir.

Fehmi Demir ji bo hilbijartina giştî a li Tirkiyê û Kurdistanê di nav kar û xebatê de bû û ji bo civîneke hilbijartinê li ser rêya Mersînê bû.

hevalên hêja,

Weke ku gelek ji we jî dizanin, Birêz Fehmî Demir kurdekî welatparêz ji Anatoliya Navîn, ji gûndê Yeniceoba (Incovê), ji Ciyanbeyliya Konyayê bû. Hê di xortaniya xwe de rahmetiyê Fehmî Demir û birayê xwe rahmetî Yilmaz Demir cihên xwe di nav refên Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (Riya Azadî) de girtin. Yilmaz Demir di sala 1984’an de mixabin li zîndana Amedê di dema desthilatdariya faşîşt de şehîd ket. Fehmi Demir jî heta dawiya jiyana xwe ji bo bidestxistina mafên gelê kurd tekoşînên mezin da û di warê legal de kar û xebata xwe bi cesareteke mezin meşand. Tucaran bi paş da gav neavêt û bi dilekî weke pola her bi serbilindî dîtin û ramanên xwe û partiya xwe di derbarê rewşa kurdan de û çareseriya pirsa kurd de parast û tekoşîna xwe berdewam kir.

Fehmi Demir ji salên 1990’an ve di nav gelek rêxistinên sifîl ên kurdî û di damezirandina partiyên kurdî ên legal de ên wek HEP, DEP, DDP, DBP û HAK-PAR’ê de cih girt û di astên bilind de berpirsyarî kir. Di 6. mîn kongreya HAK-PAR’ê a di 26.10.2014’an de jî weke serokê giştî ê HAK’PAR’ê hatibû hilbijartin.

Gelek kesan ji me Fehmi Demir baş nas dikir, me bi salan li gel hev kar kir û gelek bîranînen me bi hev re hene.

Em bi koça dawî a rêhavlê xwe Birêz Femi Demir gelekî xemgîn in û êşa me gelekî mezin e.

Me rêhevalek û tekoşerekî mezin û disoz winda kir. Gelê kurd jî ewladekî xwe, egîtekî xwe ê hêja û welatparêzekî heja winda kir.

Bila rahma Xwedê li Birêz Fehmî Demir be, serê malbatê û nas û dostan sax be, serê hemû rêhevalên me ên PSK’ê û HAK-PAR’ê û tevaye gelê kurd sax be.

Ruhê wi sad cihê wi bihuşt be

كولن 31-10-2015 حزب يكيتي الكردي في سوريا (3)-2

كولن 31-10-2015 حزب يكيتي الكردي في سوريا (4)كولن 31-10-2015 حزب يكيتي الكردي في سوريا (2)كولن 31-10-2015 حزب يكيتي الكردي في سوريا (5)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button