Break newsNûçeslide

Merwa Nabe Beşdarî Di Civînekê De Li Rûsiya Bibe Û Ew Welatê Me Dagîr Dike Û Gelê Me Bombebaran Dike

Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hîşam Merwa tekez kir ku Hevbendî” beşdariyê di civînekê de Mosko xwestiye di dema ku hêzên wê welatê me dagîr dikin nake”.
Merwa hişyarî da der barê ku “rijêma Esed û Mosko û Tehran hewil bidin ku Cinêv berçav negirin û lê bizîvirin, di riya gotinên wan re yên ku dibêjin; çi çareseriya çavnêrkirî,  tenê pêkanîna desthilateke berfireh li xwe digire û axaftina li ser guhertinên destûrî dê paş re werin”.
Û Merwa matmayî pirsî” Çawa em ê beşdariya di civînekê de bipejirînin dema vexwendin ji dewletekê tê erda me dagîr kiriye û gelê me dikuje”, û destnîşan kir ku”Teke rêya ku Esed neçar bike ku vegere goftugoyan li gor lêvegera  jinêvê ew e , bizava guhertinê di hevsengiya hêzan de di riya piştgiriya leşkerî ji aliyê dewletên bira û dostên Artêşa Azad , ji ber ku nêrînên siyasî yên ku niha danûstandin li ser wan dibe , ne jidil in û armanca wan qezenckirina demê ye”.Jêder: Hevbendî+Elşerq Elewser

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button