Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

2 koçberên din di Ege de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw)- Pasevanên deryayê yên Tirkiyê termê koçberekî ji nav ava deryaya Ege derxistin û heta niha li termê yê din jî digerin, ku belema wan binav bibû. Duhî belemeke koçberan di deryaya Ege de binav bû û pasevanên deryayê yên Tirkiyê 11 kes ji wan ji mirinê rizgar kirin, ku 2 ji wan zarok bûn, 2 jî tê de xenqîn û wan pasevanan termê yekî ji wan dîtin. Li gorî daxuyaniyên wan pasevanan, wan koçber bi rêya belemeke biçûk dixwestin bi awayekî neqanûnî biçin Yûnanistanê û ji wir berê xwe bidin welatekî ewropî, lê di bin pêlên deryayê de man. Pasevanên deryayî yên Tirkiyê ji destpêka îsal ve 1987 hewlên rizgarkirina koçberan dane û 70 hezar û 210 koçber binçav kirine. Herwiha 97 qaçaxçî jî radestî hêzên ewlehiyê kirine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button