Break newsNûçeslide

Hevbendî Yadeştnameyekê Pêşkêşî Yekîtiya Ewropî Dike Têde Tekeziyê Li Ser Nrewatiya Destdirêjiya Rûsiya Dike

Serokê komîteya zagonî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Haysem Elmalih, yadeştnameyek arasteyî karsparteya siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropî Firêdrîk Mocîrînî kir, têde lêkonînek yasayî hatiye ku nerewaya destdirêjiya Rûsiya li ser Sûriyê tekez dike, û herwiha binpêkirina wê ji yasa navdewletî û yasa navdewletî ya mirovî re, tevlî dîkomîtkirina tawanên dagîrkariya Rûsiya û beşdariya wê di tawanên cengê û yên dijemirov yên li ser destê  rêjîma Esed û desteka wîya baledest li Şamê her ji destpêkirina Şoreşa Sûrî ji sala 2011an ve.  
Elmalih di yadeştnemeya xwe de gotiye ku Rûsiya biryara dagîrkariya leşkerî ya rasterast di Sûriya de standibû, ku sivîlan û navçeyên wan armanc dike bi hewla piştgiriya desthilata Bişar Esed yê rewatî ji dest daye û temamkirina pîlangeriya xwe ya hevbeş ligel Îranê bo dagîrkirina Sûriyê, û kuştina xelkê Sûriyê bikaranîna nûtirîn çekan û heta yên qedexekirî mîna bombeyên wêşî û mûşekên balistî, û mûşekên kêşwer bir, bi rêka hêzên xwe û mîlîşeya û çeteyên xwe, ku li pêş wan bi rêka mîlîşeyên alîgirên Îranê, û di pêşiya wan de pasdarên Îranê û çeteyên Hizibulah û mîlîşeyên pir nijad. 
Elmalih amaje daye ku Rûsiya û piştî derbasbûna heyvekê ji destdirêjiya xwe li ser miletê Sûrî tekez kiriye ku piraniya êrîşên wê yên esmanî li dijî navçeyên sivîlan û baregehên artêşa azad bûn, dîsa got ku ev yek armanca Rûsiya di berdewamiya kuştina gelê Sûriyê û jinavbirina Şoreşa wê û wêrankirina bermayîkên jêrxana abûrî di Sûriya de û dirêjîpêdan bi wêrankariyên hevalbendê xwe Bişar Esed dupat dike, bi rêka hêzên xwe û bikaranîna rojane ji bisedan ji êrîşên esmanî  yên Firokevaniya Rûsiya re, ku bûye sedemê kuştina hejmareke sivîlan ku di nav wan qurbaniyan de gelek jin û zarok jî hene, tevlî wêrankirina mezin ya avahî û damudezgehên xizmetgozarî û yên saxlemiyê, ku bû sedemê zêdebûna pêla koçberiyê û zêdebûna hejmara penaberan.
Elmalih diyar kir ku ev destdirêjî “movika çaran ji duwem beşê peymannameya Netewên Yekgirtî ya bi qedexekirina bikarîna hêzê di pêwendiyên navdewletî de binpê dike, herwiha başê 24an jî binpê dike ya ku li gor wê  pêwîst e Rûsiya aştî û ewlehiya navdewletî biparêze ji ber ku endamekî herdemî di Encûmena Ewlekariyê de ye”.
Elmalih weha jî got ku destdirêjiya Rûsiya beşê 51an binpê dike ya ku derfetê dide dewletan bikaranîna hêzê ji bona xweparastinê, her wek dizanin ku hîç sînorekî bejikî yê hevbeş nîne di navbera Rûsiya û Sûriyê de û herwiha hîç doxeke dijminkariyê jî  ya xelkê Sûriyê li ser Rûsiya nîne, lewra nabe ku ew bi behaneya xweparastinê  bikar bîne.
Herwiha Elmalih diyar kir ku Rûsiya biryara 2170 ya sala 2014an ya Encûmena Ewlekariyê binpê dike, ya ku tekest dike ku nabe dewlet bijardeya leşkerî bikar bînin ji bona cêbicêkirina jinavbirina terorê bê veger bo Encûmena Ewlekariyê û standina biryarekê jê. 
Dîsa amaje kiriye ku ev destdirêjî heman piransîpê yasa navdewletî ya nedestwêrdanê binpê dike, ya tekest dike ku dada navdewletî herdem narewste li tenişta hikûmetên heyî di dema ku milet daxwaza mafê xweyê çarenivîs bike wê demê li Sûna hikûmeta dad diçe bo miletan, lewra na ji mafê Rûsiya ku destêwerdanê bike bi behaneya ku Esed daxwaza destêwerdanê kiriye ji ber ku ew bûye serokek nerewa piştî şoreşa gelê Sûriyê li ser rêjîma wî.Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button