Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştimanî Li Ser Daxuyaniya Cinêvê Wek Lêveger Ji Bo Çareseriya Siyasî Li Sûriyê Tekez Dike

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî li ser Daxuyaniya Cinêvê wek lêveger û Biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2118 ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê tekez dike. Ya dibêje Desteyeke siyasî veguhêz bi hemû desthilatan ko cihê Esed tê de tune be, çêbikin.
Endamên Desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî de îro Şemiyê bi Nûnerên Koma Hevalên Sûrî mijara Operasiyona Siyasî û amadekirina Kongirê Viyena gotûbêj kirin û Helwesta Hevbendiyê û dîtinên miletê Sûrî ji wan re guhastin.
Endamê Desteya Siyasî Xetîb Bedla di Daxuyaniyeke taybet de destnîşan kir ko Hevbendî “Bi Operasiyona siyasî hêjî pabend e li gora lêvegera Navnetewî ji bo rawestandina xwînê ya ko miletê Sûrî li ser destê Rêjîma Esed û Çeteyên wî û êrîşên Rûsya dibîne.”
Her wiha Nûnerên Koma hevalên Gelê Sûrî bi Daxuyaniya Cinêvê pabend in , û cihê Beşar Esed di paşeroja Sûriyê de nîn e. û tekez kirin ko Hevbendiya Niştimanî ew Nûnerê rewa yê Miletê Sûrî ye. Û bizavên Hevbendiyê di danûstandinên bi Hêzên Siyasî û Leşkerî û Sivîl re ji bo paşeroja Sûriyê bilind nirxandin.
Her wiha Berdevkê Wezareta Derve ya Firensî Roman Nadal piştî civîna Serokê Hevbendiyê Xalid Xoca digel Wezîrê derve yê Firensî Loran Fabiyos û berpirsin din re roja Înê 06.Çêriya paşî , got: “gerek e Hevbendî di yekgirtina Oposizyona Sûriyê de, di gotûbêjên dahatî yên taybetî Sûriyê bi roleke bingehîn rabe.”Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button