Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Nijadperestên Swedê kampên penaberan şewitandin

Stockholm (Rûdaw) – Nijadperestên Swedê heta niha 15 kampên penaberan bit temamî şewitandine.

Li gorî amaran, di dema dawî de komên nijadperist li Swêdê êrişî 20 kampên penaberan kirine û 15 ji wan kampan bi temamî hatine şewitandin.

Roza Ehmed ku kurdeke Swêdê ye dibêje, ew kesên nijadperist bi awayekî hovane êrişî kampan dikin û bi niyat bûn ku penaberan bikujin.

Roza ku çalakvaneke mafên penaberan e û di nav kampekê li bakurê rojhilatê Stokholmê de bû, ji Rûdawê re ragihand ku ji bo parastina jiyana penaberan niha kamp veşartî ne.

Ew navçeya ku Roza têde ye bêtirî 3 haletên şewtandina kampan têde çêbûn û li gorî gotina wê, penaber bi zehmetî hatin rizngakirin.

Ji bilî kampên mezin, hin avahî û xanî jî ji bo mayîna penaberan dihatin kirêkirin lê niha xwediyên xaniyan newêrin xaniyên xwe bi kirê bidin.

Berpirseke cihekî penaberan, Matilda Brink Larson ji Radyoya Swêdî re ragihand ku ji bilî kampên veşartî, zêrevanên veşartî jî ji xaniyên penaberan re tên danîn.

Heyder Ebdulrehman ku di kampeke nêzîkî Stokholmê de dijî ji Rûdawê re ragihand ku ew gellekî ji wan êrişan ditirsin û got ku ew kêmtirî berê diçine derve û tekez kir ku weke penaber, gellekî zehmete ku tu di kolanan de bimeşe û gotinên nexweş ji te re neyên gotin.

Heyder berê li kampekê bû ku nijadperistan êrişî wê kiribûn û agir berdabûnê, Heyder dibêje ku piraniya wan êrîşkaran xortên nûhatî bûn û ji wan re gotin, Swêd ne cihê we ye, herin welatê xwe û welatê me têk nedin.

Koçberekî kurd ên din ragihand, dema tu hest dikî, ku tu li ser xelkê barekî giranî û ji ber vê yekê gefa kuştinê li te dixwin, tu biryarekî bi wêrane bidî baştir e û got ku wî navê xwe tomar kiriye daku vegere kurdistanê.

Hejmara xelkê Swêdê nêzîkî 9 milyon û 500 hezar kes e û ji sedî 6 ji wan kesên biyanî ne.

Li gorî gotina berpirsên dezgehên koçberan li wî welatî, eger heye ku di dawiya îsal de, hejmara koçberan li wî welatî bigihe 190 hezar kesî û herwiha tê pêşbînîkirin ku sala bê jî, 170 hezar koçber berê xwe bidin Swêdê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button