Break newsNûçeslide

Em Daxwaz Dikin Ku Rêxistinên Terorîst Yên Girêdayî Îranê Têxin Di Nav Lîsteya Terorê De

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, ji Encûmena Ewlekariyê daxwaz kir ku vê rêxistinê têxe di hindur lîsteya terorîstên navdewletî de, yên ji Îranê têne peredan bo encamdana tawanên kuştin û eşkencedanê li Sûriyê, ji wan Hizibulah û Liwayê Ebû Elfedil El’ebas û Lîwayê Fatimiyûn û Liwayê Zeynebiyon, herwiha pêwîst e alîkarî ji ser bête birîn û dûvçûna endamên wê bibe, nemaze ku kiryarên wê di hovîtî û direndiya xwe de nekêmtir in ji kiryarên rêxistinên din yên terorîst.
Hevbendiyê di daxuyaniyeke rojnamevanî de îro tekez kir ku wê bi rêka kanalên xwe yên yasayî wê dûvçûna encamderên van tawanan li pêş dadgehên navdewletî bike ji bona bigehin bi sizayên xwe yên pêwîst.
Hin çeteyên terorîst ji Mêlîşiya “Hizibulaha Payedar” ya ser bi Supayên pasdarên Îranê ve, welatiyekî Sûrî li gundewarê Helebê bisaxî şewtandin, ev tawan di parçevîdiyokê de bi dîkoment hatiye, û têde encamderên wê tawanê dijûn û xebarên tayifegerî dikin gelê Sûriyê.
Herwiha di parçevîdiyoke dîtir de yarîkirin bi termê dîlekî Sûrî tête kirin ku destên wî zincîrkirî ne, û bi otombêlekê tête xirxirandin ji bal heman Çeteyan ve.
Hevbendiyê cext kir derbarê encamdana kiryarên xirxirandin û şewtandin û eşkencedanê yên bi destên Rêxistina “Hizibulaha Payedar ” û bi serpriştiya efserê pasdarên Îranê Qasim Suleymanî , dibe karekekî terorîstî û dibe tawaneke dijemirov, pêwîst e ku encamderên wê bêne dadgehkirin.
Jêder:Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button