Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

FLAŞ – Pêşmerge: PKK li pêşiya rizgarkirina Şingalê bûye asteng!

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyiya Hêza Pêşmerge li Şingalê derbarê wan agahiyên ku dibêjin PKKê li Şingalê operasyon daye detspêkirin, daxuyaniyek da û ew agahî red kirin.

Di daxuyaniya Fermandeyiya Hêza Pêşmerge li Şingalê de hatiye,  “îro 11.11.2015 di televiziyonên Kurdsat News a nêzîkî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Newroz Tv a girêdayî Partiya karkerên Kurdistanê (PKK), hatiye belavkirin ku hêzên YPG û YPJê derbasî nav Şingalê bûne.”

Di daxuyaniyê de tê gotin: “Em li wir hemû aliyekê agahdar dikin ku ev cureyên propagandayan nerast û dûr in ji rastiyê. Armanc ev e ku rola pêşmerge were kêmkirin û berdêla ku gelê Kurdistanê bo rizgarkirina Şingalê daye, neyê dîtin.”

Herwiha di daxuyaniyê de bi tundî êrişî helwest û siyasetên PKKê li Şingalê û yên derheqê kurdên êzidî de tê kirin û wiha tê gotin: “PKK ku ti rolek li deverên nîne û tenê destkevtek jî bo xelkê êzidî û gelê Kurdistanê nebûye, bi rêya belavkirina propagandayên bêbingeh û derew dixwaze dualîtiyê di navbera xwîşk û birayên me yên êzidî de derxîne.”

Fermandeyiya Hêza Pêşmerge herwiha PKKê wek astenga li pêşiya rizgarkirina Şingalê ji dest DAIŞê bi nav dike û dibêje: “Ew demek e ku PKK bûye asteng li berdem rizgarkirina Şingalê û li bendê dimînin heya ku pêşmerge êrişî dijmin bike û xwînê bibexşe, piştre ew jî bên û serkevtina pêşmerge bidizin û xwe bikin xwediyê serkevtina pêşmerge. Eger na, çima heya ku pêşmerge dest bi operayonê neke, ew li cihê xwe bêdeng in? Salekê bêtir e ku DAIŞê Şingal dagîr kiriye, eger PKK rast dike, li benda çî ye? Çima neçû Şingalê rizgar bike? Çima heya ku pêşmerge êrişê neke, dengê wan nayê?”

Daxuyanî herwiha tekez dike, ku PKK bi rêya belavkirina propagandayên derew sivikatiyê bi degzehên fermî yên Başûrê Kurdistanê, xwîna êzidiyan û şehîdan dike.

Daxuyanî bi vî awayî dom dike:

“Ewa ku niha PKK bi rêya belavkirina derew û propagandayên bêbingeh dike, sivikatîkirin bi deggehên fermî yên herêmê û bi êzidiyan, sivikatîkirin bi xwîna şehîdan û hêza pêşmerge ya qehreman dike. Hemû aliyek baş dizane birîna xwîşk û birayên me yên êzidî bi wan lîstokên siyasî û bênirx ên PKKê û yên wek PKKê derman nabe.”

Ferandeyiya Hêza Pêşmerge li Şingalê tekez dike, ku pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê plana xwe heye û dibêje, tenê pêşmerge ye ku dikare Şingalê rizgar bike û dê her wek çawan dorpêça ser çiyayê Şingalê şikand, dê wisa jî Şingalê rizgar bike.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hêza pêşmerge ya Kurdistanê her wek çawan dorpêça ser Şingalê şikand û sê rêyên sereke ber bi devera Şingalê rizagr kir, niha jî plana xwe heye û pişt bi xwedê dê Şingalê ji dest terorîstan rizgar bike û tenê pêşmerge dikare azadiyê, aramiyê û asayişê û paşerojeke geş ji xwîşk û biryarên me yên êzidî re misoger bike.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button