Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Piraniya Şingalê di destê DAIŞê de ye

Hewlêr (Rûdaw)- Piştî girtina navçeya Şingalê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê ve, piraniya kurdên êzîdî yên wê deverê koçber bûn û beşek ji wan jî dîl ketin destê DAIŞê, herwiha gelek xelkê wî bajêrê ku heta niha piraniya wî di destê DAIŞê de ye, şehîd bûn. Li gorî amareke Wezareta Şehîd û Karûbarê Enfalkiryan, ji roja yekê ji êrişa DAIŞê li ser Şingalê û girtina wê di 3ê meha 8an a 2014an de heta niha, 430 hezar kurdên êzîdî koçber bûne. 140 hezar kes ji wan koçberî çiyayê Şingalê bûne û 290 berê xwe dane bajarên Herêma Kurdistanê. Piştî êrişa DAIŞê li ser Şingalê, 5 hezar kurdên êzîdî winda bûn û dîl ketin destê wê rêxistinê, ku beşek mezin ji wan keç û jin bûn û heta niha bi hewla Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên navdewletî 2 hezar kes ji wan hatine rizgarkirin. Bi awayekî giştî, hezar û 800 kurdên êzîdî bi destê DAIŞê hatine komkujkirin û di gorên komî de hatine veşartin, wek gora gundê Koco ya ku 400 kurdên êzîdî tê de ne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button