Break newsNûçeslide

Esayişên PYD ofîsa partiya Yekîtî ya Kurd digre

Yekîtî-Media-Tiltemir

Esayişên partiya Yekîtîya Dîmuqrat PYD roja Pêncşemê 29-10-2015 ofîsa partiya Yekîtî ya kurd li Sûrî li bajarokê Tiltemir girt.
Esayişan ofîsa partiyê girtin li gur tekeziya Ismaîl Xero rêveberê ofîsê li bajarokê Tiltemir ji malpera Yekîtî Mîdiya re, yê ku berdewam kir û got” esayişan em ji roja çarşemê ve agehdarkiribûn bi şêweyekî devikî, bi pêwistiya wergirtina rêdanê ji rêveberiya xweser ya ragihandî ji hêla PYDê ve lê me rêdana jî wan wernegirt” .
di pêwendiyekê de li gel Ebdulsemed Xelef Biro endamê komîta siyasî ya partiya Yekîtî û endamê encuman niştimanî ya kurd li Sûrî ENKS, ev kiryar şermezarkir û bi çewsandina dengê li dijî kiryar û biryarên PYD ev yek nerxand.
Xelef Biro ji malpera me re got” ev biryar yek alîye ji hêla rêveberiya xweser ya ragihandî ji hêla PYDê ve, û ev rêveberî ne rewaya û li herêma kurdî bi zorê hatiya ferzkirin, û em tu rêdana ji wê wernagirin,û wê helwesteke zelal bi navê ENKS di derberê vê yekê bê ragihandin”.
Di heman demê de endamê ENKS balkişand ku ta vê qunaxê navend û ofîsên partiya BASS û yê hêzên ewlekariyê li Qamişlo vekirîne, çima rêveberî doza rêdana li wan nake.
Tê zanîn ku esayişên PYD ofîsa partiya Yekîtî ya kurd li bajarokê Tiltemir bi tenê girtiye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button