Break newsNûçeslide

Piştî Mehekê Ji Êrîşên Rûsya: Tawanên Cengê Û Rêjîmê Çi Qezencên Leşkerî Bidest Nexistine

Rêjîma Esed û piştevanên wî Rûsya û Îran û Çeteyên Hizbullaha tirorist, piştî mehek di ser êrîşên Rûsya re buhirî ko hejmara wan giha 2161 êrîşên firokên Rûsya li gora ko wezîrê berevaniya Rûsya ragihand, çi serkeftinên leşkerî bidest nexistine û berevajî evê yekê hêzên wan bipaş ve ketin hem bi çek û hem jî alavan û di derbasbûna Gundewarê başûr yê Helebê û Idlib û Çiyayê Kurdan li Laziqiyê û Gundewarê bakur yê Hema û Humsê  jî  têk çûn.  
Dijminkariya Rûsya li ser Sûriyê di meha pêşîn de tawankariyên cengê pêk anîne, piştî ko herêmên niştecihan û nexweşxane û dibistan û firne amanc kirin. Di encamê de 1716 qurbanî çêbûn. 12 Nexweşxane li sê Parêzgehan û firnên nan li Tîr Mi’ela û Seraqib armanc kirine.
Firokên Rûsya di piraniya êrîşên xwe de cihên sivîlan amanc kirine, ji wan jî Avahiya Encûmena Parêzgeha Helebê û Penageha Sivîlan ya Elxinto li Gundewarê Humsê û Kampa Penaberan li Sincar li Gundewarê Idlib û bargehê Dezgeha Ihsan ya Hawarhatinê li Idlibê û Navenda Berevaniya Sivîl li Bajarê Etarib li Gundewarê Helebê û Mizgefta Nûr ya Mezin li Tîr Miela li Gundewarê Hums amanc kirin.
Di dema ku êrîşên li ser bargehên Rêkxistina Daişê negihan 50 êrîşî, ew jî li Elqeryetên û Tudmur li Gundewarê Hums û li derdorê bajarê Reqa û Dêr Hafir li Gundewarê Helebê bûn.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê diyar kir ko êrîşên Rûsya li ser Sûriyê û ji roja pêşî de “Istiratîciya wan diyar e ” ew jî armanckirina sivîlan e, ji bo ewan bikujin û koçber bikin. Hevbendiyê bêtir diyar kir gerek ew êrîş ji aliyê Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê bête pirotestokirin. Gerek pêrabûnin lezgîn bibin ji bo dijminkariya Rûsya bête rawestandin û yên ko pê rabûne bêne sizakirin. Û istiratîciya leşkerî ya dagîrkerên Rûsî mijarê li Sûriyê bêtir aloz dike, û derî li ber tiroristiyê vedike di encamê de jî çareseriya siyasî têk dibe.
Her wiha Hevbendiyê doz li Encûmena Ewlekariyê kir ko bi pêrabûnên kartêker û tund rabe da dijminkariya Rûsya li ser Sûriyê birawestîne.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button