Break newsNûçeslide

Rojnameyek: Hejmara terorîstên DAIŞ gihêştiye 200 hezar

Rojnameya “Indîpendint on Sunday”, belav kiriye ku hejmara terorîstên rêxistina dewleta îslamî DAIŞ ji texmînên pisporên Rojavayî bi heft caran gelekî zêdetire.

Heman rojnameyê aşkira kiriye ku hejmara terorîstên DAIŞ gihêştiye 200 hezar çekdar.

Rojnameyê bal kişandiye ku rêxistina terorîst kariye li navçeyên li jêr kontrola xwe zarokan jî bixe jêr çekdan û tevlî refên xwe bike.

Her weha di rojnameyê de hatiye ku niha DAIŞ 1/3 ji axa Sûriyê û Êraqê control kiriye û hejmara akinciyên wan deverên ku li jêr desthilata DAIŞ de ye dighîje 12 milyon kes.

PUKmedia/Ajans

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button