Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Ebadî rê nade Emerîka beşdarî di operasyona Musilê de bike

Biryare destpêka meha bê de operasyonek bo pakirina bajarê Musilê û rizgarkirina ji destê terorîstên DAIŞ destpê bike, jibo vê mebestê jî Emerîka daxwaz ji serokwezîrê Êraqê kiriye ku beşdarî di operasyonê de bike, lê Ebadî red kiriye.

Jêderekê bilind li nûsîngeha serokê encûmena wezîran ji PUKmedia`yê re ragihand ku: Piştî serdana serokerkanê hevbeş yê artêşa Emerîka bo Bexdadê li gel Heyder Ebadî civiyaye û têde Dempsî daxwaz kiriye ku hêzên bejahî yên Emerîka beşdarî di azadkirina Musilê de bike lê belê Ebadî ew daxwaza Dempsî red kiriye.

Wê jêderê aşkira kir ku, Ebadî ji Dempsî re ragihandiye ku ew operasyon dê destpêka meha bê e destpê bikin û 80 hezar serbazên Êraqî û tevî çekdarên eşîretên li sînorê parêzgehê têde beşar dibin.

Ebadîê ji Dempsî xwestiye ku pispor û rawêjkarên Emerîkî û Nato di ware plandananê hevkariya hêzên artêşa Êraqê bikin.

PUKmedia/Saman Yareweys

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button