Break newsNûçeslide

ENKS: Bila Barzanî YPGê razî bike

Pirsûs – Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hêzên navdewletî kir ku YPGê razî bikin ji bo ku hêzên wan derbasî Kobanî bibin.

Piştî ku YPGê ragihand, ew nahêlin ti hêzeke çekdarî di bin navê ENKSê de derbasî Kobanî bibe, ENKS ji bo ku bersiva YPGê bide îro civiya.

Di civîna ENKSê de ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hat lidarxistin, bang li Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, hêzên navdewletî, partiyên Kurdistanî û TEV-DEMê hat kirin ku YPGê razî bikin da ku hêzên pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê derbasî Kobanî bibin.

Di bangnameya ENKSê de ku nusxeyek ji Rûdawê re hatiye şandin, hatiye gotin ku ENKSê biryar daye hêzeke leşkerî ava bike û niha jî komek xortên wan xwe hazir kirine ku derbasî Kobanî bibin û şerê DAIŞê bikin.

Duh şandeke ENKSê çûbû Kobanî û li ser çawaniya şandina hêzên xwe bo Kobanî bi fermandariya YPG, PYDê re civiyabû. Lê YPGê ji şanda ENKSê re gotibû, em qebûl nakin ti hêzeke ENKSê derbasî Kobanî bibe eger dixwazin bila tevlî YPGê bibin.

Hat zanîn ku civîna ENKSê dê sibê jî bidome.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button