Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Sakî: Emerîka rola navbeynkar di navbera Hewlêr û Bexdadê de lîst

Berdevka bi navê wezareta derve ya Emerîka Cinîver Sakî pêşwazî li rêkeftina di navbera hikûmeta federal a Êraqê û hikûmeta Herêma kurdistanê de kir û diyar kir ku ewe gava ewile berve çareserkirina hemû kêşeyên di navbera herdu aliyan de.

Sakî got: Emerîka ev pêşkeftina di navbera Bexdadê û Hewlêrê de hand a bo çareserkirina pirsgirêkên hilawêstî bi awayekî rasterast û cidî lê Emerîka rolek navbeynkar ya bê alî di navbera herdu aliyaan lîst.

Hêjayî gotinê ye ku duh danê êvarê hikûmeta Êraqê û hikûmeta Herêma kurdistanê li Hewlêrê civiya û di encama wê civînê de ev biryar derketin:

1- Hikûmeta Bexdadê bi qasî (500) milyon dolar dide hikûmeta Herêma Kurdistanê.

2- Hikûmeta herêmê jî rojane bi qasî (150) hezar bermîl nefta xav dide hikûmeta Bexdadê.

3- Serokê hikûmeta herêmê Nêçîrvan Barzanî li çend rojên nêzîk de bi şandekê biçe Bexdadê bo danîna çareseriya giştî û wekhev û desturî bo tevahiya pirsgirêkên heyî.

PUKmedia

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button