Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Davutoglu gihîşt Hewlêr

Hewlêr- – Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu direngiya şeva borî gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê.

Serokwezîrê Tirkiyeyê û şanda gel wî derengiya şeva borî gihîştin paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barizanî û hatin pêşwazîkirin. Ahmet Davutoglu cara yekemîne weke serokwezîrê Tirkiyeyê serdana Herêma Kurdistanê dike.

Davutoglu dê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî hevdîtinan pêk bîne û şandina petrola Herêma Kurdistanê, hevkariya bazirganî û xebatên hevbeş ên li dijî terorîstan mijarên sereke yên civînên Davutoglu li Hewlêrê ne.

Serokwezîrê Tirkiyê duhî serdana paytexta Iraqê, Bexdayê kiribû û li gel Serokomarê Iraqû Fuad Mehsûm, Serokwezîrê Heyder Ebadî û Serokê Parlamentoya Iraqê Selîm Ciburî civîn li darxistibû.

Ev serdana Dawudoglo bo cara yekemîn weke serokwezîrê Tirkiyê serdana Herêma Kurdistanê dike. Lê ji beriya niha çend caran weke şêwermend û Wezîrê Derveya yê Tirkiyeyê serdena Hewlêr û Silêmaniyê kiribû.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button