Break newsNûçeslide

Li Kobanî her du alî bi topan li hev didin

Kobanî – Çekdarên rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bajarê Kobanî dan ber topan. Balefirên hevpeymaniya navdewletî jî 4 caran çeperên DAIŞê li Kobanî bombebaran kirin.

Li gorî peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li nêzîkî sînorê Kobanî Imer Kalo, îro nêzîkî danê nîvro, çekdarên DAIŞê girê Tilşeîrê û taxa Kaniya Mişidê û Daristana li rojavayê bajarê Kobanî dan ber topan ku 2 ji wan topan li aliyê Bakurê Kurdistanê ketin.

Balafirên hevpeymaniya navdewletî jî îro 4 caran çeperên çekdarên DAIŞê li derdora Şarederiya Kobanî û gundê Mizirdawidê li rojhilatê bajêr bombebaran kirin.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha ragihand ku piştî ku çekdarên DAIŞê bi topên Katyûşayê gundê Şêlka li ber girê Kaniya Ereban dan ber topan, hêzên pêşmergeyên Kurdistanê jî çeperên çekdarên DAIŞê li taxên Kaniya Ereban û Pîşesaziyê li rojhilatê Kobanî topbaran kirin.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button