Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Rewşa kurdên êzîdî yên li ser çiyayê Şingalê xirab e!

Çiyayê Şingalê – Li ser çiyayê Şingalê bi sedan malbatên kurd ên êzîdî hene ku heta niha nehatine rizgarkirin. Ew êdî behsa tirs û xofa DAIŞê nakin, tenê li benda gihîştina alîkariyên mirovî ne. Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyê Aştî Koçer jî dibêje, bila hikûmet çareyekê li rewşa sivîlên li ser çiyê bike.

Zêdetirî 2 mehan e ku bêtirî 8 hezar kurdên êzîdî li ser çiyayê Şingalê asê mane û heta niha jî nehatine rizgarkirin.

Dora wan ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin û tenê bi rêya asmanî re dikarin pêdiviyên xwe dabîn bikin û bên rizgarkirin.
Êdî ew besa tirs û xofa DAIŞê nakin tenê dibêjin, pêwîstiya me bi alîkariyên zêdetir heye û çavê wan li rêya helîkopteran e, helîkopter jî dema rewşa hewayê xirab dibe qet li wan deran peyda nabe!

Fermandeyê Pêşmerge li ser çiyayê Şingalê Aştî Koçer li ser rewşa sivîlên ku li ser çiyê asê mane, dibêje, divê hikûmet çareyekê ji rewşa wan re bike…

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button