Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Iraq DAIŞ li Mûsilê ketiye panîkê!

Dihok  – Hat zanîn ku piştî êrişa duh a li dijî çekdarên DAIŞê li devera Başîkê ya Mûsilê, çekdarên DAIŞê pir tirsiyane û ji xekê Mûsilê re gotine, “Eger kurd werin nav Mûsilê emê we bikujin!”

Duh balafirên şer ên hêzên hevpeyman li derdora nahiyeyên Başîk û Zûmarê yên Mûsilê derbên giran li DAIŞê dabû. Li gorî agahiyên ku rayedarên Pêşmerge û PDKê dane Rûdawê, tenê li nêzîkî Başîkê 40 çekdar hatine kuştin.

Hêzên Pêşmerge jî li ser çiyayê Başîkê li bombebarana duh a DAIŞê dinihêrîn.

Jêderekî li nav Mûsilê ji Rûdawê re got, piştî êrişên duh ên Başîkê tiştekî wisa belav bûye ku amadekarî ji bo rizgarkirina Mûsilê tê kirin lewma çekdarên DAIŞê gef li xelkê Mûsilê xwarine û ji wan re gotine, eger kurd bên nav Mûsilê emê we bikujin…

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button