Break newsNûçeslide

ENKS`ê li hev kir Jin, Efrîn û Kobanê bê par kir

Encumena nîştimanî ya Kurd li Sûriyê piştî demekê ji gengeşeya di navbera partiyên xwe de debarê diyar kirina endamên Lêvegera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de lihev kir.

Partiyên encumenê yên li Qamişlo civiyan 12 kursiyên Lêvegera siyasî yên ji ENKS`ê re hatine diyar kirin lihev parevekirin û li gorî lihevkirinê 2 kursî ji bo PDK-S, 2 ji bo kesên serbixwe û 8 kursî ji bo partiyên di encumenê de cih digirin hatine diyar kirin.

ENKS`ê bê ku Jin yan ti nûnerên Herêmên Efrîn û Kobanê weku nûnerên ENKS`ê di Lêvegerê de diyar bike  belafkirin.

her wiha li gorî agahiyên bi dest ketine partiyên ENKS`ê di diyar kirina nûnerên xwe de cih neda nûnerên Jin û Herêmên Efrîn û Kobanê weku nûnerên ENKS`ê di Lêvegera siyasî de cih bigirin.

Avakirina Lêvegera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê yek ji biryarên rêkeftina Dihokê ya di navbera TEV-DEM û ENKS`ê manga cotmehê de lidarket bû, û diviya ev Lêvegera siyasî piştî morkirina rêkeftina Dihokê di demek kurt de bihate avakirin lê ji ber gengeşeya di navbera Partiyên ENKS`ê de avakirina Lêvegerê dereng ma.

Ji aliyê xwe TEV-DEM ji ber derengketina diyar kirina endamên Lêvegerê ji aliyê ENKS`ê ve rexne li ENKS girtin û da xuya kirin ku wê ji aliyê xwe ve endamên di Lêvegerê de wê cih birgirn diyar kirine.

Li gorî rêkeftina Dihokê Lêveger siyasî ji 30 endamî pêk tê, 12 bi ser TEV-DEM`ê de ne, 12 ser bi ENKS`ê û 6 dê ji aliyê 24 endamên herdu aliyan ve bêne hilbijartin.

PUKmedia / Şêwrawî Mamo

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button