Break newsNûçeslide

Rêveberiya zindana Çirkînê dibêje Alan Ehmed ne li cem wane û metirsî lidor çarenivîsa wî

Yekîtî Media 15/10/2016

Rêveberiya zindana Çirkînê ya girêdayî partiya yekîtiya demokrat PYD redkir ku nûçegihanê malpera Yekîtî Media Alan Ehmed li cem wan girtî be.

Doh înê, dema ku asayişa PYD rê da malbatên girtiyan ku serdana wan bikin, rêveberiya zindanê malbata Alan Ehmed agahdar kir ku kurê wan ne li cem wane, û tu agahî li nik wan li ser Alan tune ne.

Alan Ehmed nûçegihanê malpera Yekîtî Media roja 15 meha Tebaxê li bajarê Qamişlo ji rex asayişa PYD ve li gel hin serkirdeyên partiya Yekîtî hat binçavkirin dema ku ji cenazeta şehîdê pêşmerge Hebîb Qedrî vedgeriyan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button