Break newsNûçeslide

ENKS daxuyaniyek lidor çarenivîsa hin girtiyên siyasî li nik Asayişa PYD belavkir

Yekîtî Media 15/10/2016

Îro, Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) derbarê girtiyên siyasî ji aliyê Asayîşa PYD ve daxuyaniyek bo raya giştî belav kir, tê de girtina siyasetmedar û çalakvanan bi tûndî şermezarkir û bang li civaka navnetewî û aliyên Kurdistanî kir ku, rê li ber kiryarên PYD bigrin.

Piştî ku, Asayîşa PYD rê da malbatên girtiyan girtiyên xwe bibînin, navê du girtiyan li cem wan nebû û Asayîşê ji malbatên re got ku, zarokên wan ne li cem wan in, ew her du girtî jî nûçegihanê Yekîtî Media Alan Selîm Ehmed, û Cemîl Imer Salih ku endamê PDK-S ye.

Tê zanîn ku, ew her du girtî ligel Endamê Komîteya Siyasî ya partiya Yekîtî û Cîgirê Sekretê wê Hesen Salih û Ebdula Gedo re ji aliyê Asayîşa PYD ve hatibûne girtin û niha Asayîş dibêje ku, ew kes ne di zindanên wan de ne, ev yek jî bûyê cihê metirsiya malbatên wan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button