Break newsNûçeslide

Asayişa PYD rê dide hin malbatên girtiyên siyasî ku serdana wan bikin

Yekîtî Media 14/10/2016

Îro înê, asayişa PYD rê da hin malbatên girtiyên siyasî yên encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS ku serdana girtiyên xwe bikin li zindana Çirkînê li rojavayê bajarê Qamişlo.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand ku tenê asayişa PYD rê da ji bo serdana serkirdeyê partiya Yekîtî Ebdela Gedo û Ferhan Hesen û hin serkirdeyên partiya demoqratî kurdistanî-Sûriya, herweha got ku rewşa tenduristî ya girtiyan ne baş e.

sebaret nûçegihanê Yekîtî Media Alan Selîm ku ji rex asayişa PYDê ve hatibû revandin, asayişa PYD mukur nehat û got Alan ne li cem wan e, û ew tiştekî li ser wî nizanin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button