Break newsNûçe

Rêjîma Sûrî hilbijartinên perlemantoyê lidardixe

Yekîtî Media – Qamişlo  13/4/2016

Îro li herdû bajarên Qamişlo û Hesekê hilbijartinên perlemantoya Sûrî destpêkir, ev hilbijartin wek pêkenok û nerewa hat binavkirin ji rex rikberiya sûrî ve, û hevdem bi destpêkirina gera sêyem ji danûstandinên Cinêva sêyem. Fermanberekî dewletê ji peyamnêrê Yekîtî Mediya re eşkere kir, ku tenê alîgirên Rêjîmê beşdarî dengdanê bûn , li gel amadebûnek çir ji hêzênewlekariya Rêjîmê , û endamên artêşa berevaniya niştimanî. Heman jêderî tekez kir, ku piraniya kesên beşdar di dengdanê de ew ji endamên dezgehên ewlekariya Rêjîmê bûn, herweha fermanberên dewletê û xwendekar ên ku di bin gefê de beşdar bûn. Li Hesekê jî fermanberkî kurd diyar kir, ku fermanber di bin gefa berdanê ji kar beşdarî dengdarê bûn, û ji bilî wan kes nedihat navendên dengdanê, û komîtên berpirs li ser sindoqan lîstê dagirtî bi xwe re anî bûn û sindûq dadigirtin bi lîsta ku hatibû biryardan ji bal Rêjîmê ve.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button