Break newsNûçeyên herêmî û cîhanî

Di Raporta Salane ya Mafên Mirovan de Rexne li Tirkîyê Tên Kirin

Yekîtî Media – 14/4/2016

Wezareta Derve ya Amerîka Raporta Mafên Mirovan ya 2015’an bi bîragiştî re parve kir. Di raporta derheqa Tirkîyê de, li ser azadîya raman û serbûxwebûna dadwerîyê rexneyên giran li Enqerê tê kirin.
Raportê de herwiha operasyonên ewlehî yên hêzên dewletê li herêmên Kurdan tê rexne kirin û tê gotin ku sîvîlan li wê derê bi rêkûpekî nehatine parastin.
Di raportê de tê balkişandin ku gelek nûçe di medya de derketine ku sîvîl ji alîyê hêzên dewletê û PKK’ê ve hatine kuştin û birîndar kirin.
Di raportê de, ku ji alîyê Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ve hate eşkere kirin, girîngtirîn kêşeyên mafên mirovan li Tirkîyê di sê xalên serekî de hatine rêz kirin:
“Maytekirina hikûmetê ya ser azadîya raman”
“Qelsbûnên di sîstema dadwerîyê de”
“Bi têra xwe neparastina canê sîvlîan di operasyonên leşkerî de.”
Herweha Wezareta Derve ya Amerîka di rapora xwe de PYD bi çewisandina zarokan di hêzên leşkerî de tawanbar kir.
Hêjayî balkişandinê ye raporta îsal ya derbarê Tirkîyê ji yên salên berê dirêjtir e û bi giştî 74 rûpel bo Tirkîyê hatiye veqetandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button