Break newsNûçeslide

Hûnermendê Kurd ” Ciwan Mir’î ” pêşangeha xwe ya sêyem li bajarê ”Alt Otîng” li Bafarya li Almanya vekir

Yekîtî Media 10/4/2016

Hûnermendê kurd Ciwan Mir’î di roja 4ê nîsanê de pêşangeha xwe ya sêyem li bajarê ” Alt Otîng ” li Bafarya li Almanya vekir, bi vexwendina şaredariya wî bajarî û bi amadebûna şarederê bajêr, û serokê encûmenê yê nû û yê berê, û endamin ji encûmena şaredariya bajêr, û hin ji endamên berê yên perlmana Bafarya, û hin endam ji yaneya hûnerê li bajêr, û hin hûnermend û çalakvanên pêkvejiyanê.

Di heman hiştarî de, hûnermendê kurd ji Yekîtî Media re axivî, ku pêşangeha wî dê mehekê berdewam bike, û amaje bi kevalên xwe kir ku piraniya wan êş û azarên penaberan gewde dikin, herweha zehmetiyên ku miletê Sûrî di van her pênc salan de kêşan, û got ku pêşangeh cihê kêfxweşiyê bû ji bal beşdaran û hûnermendên Alman.

Hûnermendê kurd ” Ciwan Pêşvan Mir’î ” sala 1983 jidayik bûye, û ji gundê kîşke ye yê girêdayî bajarokê Girkê Legê, û jiber nîrên ewlehî yên dijwar li Sûriya naçar koçkir û dev ji xwendina xwe li kolîca Abûriyê li zanîngeha Tişrîn li Laziqiyê berda.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button