Break newsNûçeslide

Rêjîma Esed Di Demjimêrên Pêşiyê De Agirbestê Bi Bombebarankirina 15 Navçeyan Binpê Dike

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê, daxwaza bizavê ji encûmena ewlehiyê kir li hember binpêkirina agirbestê ji aliyê rêjîma Esed di demjimêriyên pêşîn de.

Piştî destpêkirina agirbestê bi çend demjimêran rêjîma Esed agirbesta rawestandina karên dijminkarî ya ku li nîva şevê destpê kiribû binpê kir, ji ber ku hêzên rêjîmê û çeteyên wê 15 navçe bi reşeşiyên giran û top û bermîkên teqîner bombebaran kirin, û ev binpêkirina agirbestê ji aliyê rêjîmê ve li Şam û gundewarên wê û Der’a û Heleb û Humis û Hema û Laziqiyê hat kirin, û hêzên Esed bajarê Telbîsê li Humisê û Eltifahiyê li Laziqiyê û Dareya li gundewarê Şamê û Elletaminê li Hemayê û Elyadûdê li Der’a û taxa benîzêd li Helebê bombebaran kirin.

û firokên Esed 6 bermîlên teqîner avêtin li ser derdora gundê Eknaciyê yê nêzîk ji ostirada navdewletî ya Heleb-Laziqiyê li gundewarê rojavayê bajarê Cisir Elşixûr.

Sikirtêrê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Enes Ele’dê tekez kir ku artêşa azad û hêzên şoreşê hêjî pabend in bi agirbestê, balkişand ku çalakiyên artêşa azaf tenê ji bona bergirî û parastina sivîlan û navçeyên şoreşgeran e.

Ele’dê da zanîn ku ev binpêkirin di demjimêrên pêşîn de hatine dîkomentkirin bi armanca beravêtîkirina agirbestê, û girtina her deriyekî çareseriya siyasî, û got: “nabe bihêlin Esed destpêşxeriyên navdewletî û biryara 2254 ya encûmena ewlehiyê aloz bike, nemaze piştî evqas bizavan, û ji erkê serpererştên rêkeftinê ye destwerdanê bikin bo sepandina agirbestê û neçarkirina rêjîmê li ser bicihkirina biryarên navdewletî bi hemû birg û deqên biryaran”.

Hêjayê gotinê ye ku Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimanî wê rojane binpêkirinên rêkeftina rawestandina karên dijminkarî der bêxe, têde wê cih û rengê bombebarankirinê ya  binpêkirina agirbestê destnîşan bike, û hûn dikarin serdana me bikin û raportê bixwînin ku hûn vê lînkê bişopînin.(li vir bitikîn) Jêder: Hevbendî

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button