Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka: Kurdistan di qonaxek hesas re derbas dibe

Hewlêr (Rûdaw) – Fermnadeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîka general Lloyd Austinîro di civîneke ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de ragihand: “Herêma Kurdistanê û dever bi giştî di qonaxeke hesas re derbas dibe.”

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, îro pênşemî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ligel şandeke pilebilind a Artêşa Amerîkayê ku ji Feremandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) general Lloyd Austin û çend fermand , şêwirmend û rayedarên pilebilind ên Artêşa Amerîkayê pêkhatibû, civiya.

Li gor daxuyaniyê, di vê civînê de general Lloyd Austin, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji stratejî û hewlên nû yên hevepymanan bo rûbirûbûn û jinavbirina DAIŞê agahdar kir.

Lloyd Austin herwiha behsa wan pêşveçûnên meydanî û leşkerî jî kir, ku li eniyê şer li Iraqê û Sûriyê bi dest hatine. Austin bi taybet behsa giringiya stratîjk a operasyona Pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê kir, ku bandorek mezin danî li ser lawazbûn û tengavbûna DAIŞê li Iraqê û Sûriyê.

Fermandeyê Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê herwiha behsa wan hewlan jî kir, ku bo alîkariya Herêma Kurdistanê him di warê darayî û him jî di warê leşkerî de li ser asta herêmî û navdewletî de tên dan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Lloyd Austin kêfxweşiya xwe jî nîşan da, ku di heyama karkirina xwe de û di erkên cuda de ligel Barzanî û Hêza Pêşmerge bi hev re serkevtinên mezin tomar kirine.”

Daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha dide xuyakirin, Lloyd Austin ew yek jî got: “Kurdistan û dever do qonaxeke hesas û dîrokî re derbas dibin.”

Serokê Herêma Kurdistanê jî di civînê de amaje bi kirîza darayî ya Herêma Kurdistanê û rewşa Hêza Pêşmerge li eniyên şer kir.

Barzanî tekez kir: “Herêma Kurdistanê dê berdewam be li ser kar û hevrêziya bi welatên dost û hevpeyman re bo rûbirûbûna terorê.”

Li gor daxuyaniyê, di beşeke din a civînê de, rewşa Sûriyê û pêşeroja wî welatî jî hat gotûbêjkirin.

Herwiha Barzanî û şandeya leşkerî ya Amerîkayê li ser amadekariyên bo operasyona kontrolkirina Mûsilê, qonaxa piştî DAIŞê, çarenivîs û pêşeroja deverên kontrolkirî li parêzgeha Mûsilê jî gotûbêj kirin.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button