Break newsNûçeslide

Hevbendî Daxwazê Ji Encûmena Ewlekariyê Dike Da Şerê Dawî Li Ser Helebê Pirotesto Bike Û Sivîlan Biparêze

Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê doz li Encûmena Ewlekariyê kir da şerê dawî li ser Helebê pirotesto bike û sivîlan ji bombebarana asmanî biparêze, û dorpêçê ji ser herêmên Sûriyê yên corbicor rake, û garantiya sizakirina rêjîmê li ser evan tawankariyên hebe.

Ew di nameyekê de ko nûnerê Hevbendiyê li Netewên Yekbûyî , Necîb Elxedban bi rêya şandera Birîtanî re (Matyo Roykiroft) di 24 Sibatê de şand, berî agahkirina wekîlê Emîndarê giştî yê karûbarê mirovî û hevrêzkarê hawarhatinê di rewşên awarte de Stîvan Obrayin.

Nameyê paşmayên bombebarana gelemşe ya dawî li ser bajarê Helebê ji hêla Rûsya û Rêjîma Esed ve diyar kir, hem jî tekezî li ser banga opozisyonê ji bo parastina sivîlan li Sûriyê kir.

Elxedban doz li dewletên endam di Netewên Yekbûyî kir ko şerê dawî li ser Helebê û bombebarana Rûsya û Rêjîma Sûriyê pirotesto bike, û hem êrîşên asmanî li ser sivîlan û cihê wan pirotesto bike.

Her wiha doz kir ko dorpêç ji ser herêmên corbicor li Sûriyê rabe, ne tenê ew herêmên ko di 17 Sibatê de gihiştibûn wan lê belê hemû herêmên ko siyaseta birçîkirinê bi amanca sertewandina wan pêk tê. Û nîşan da ku eger rêbuhêrkên aram bi sedema serhişkiya Rêjîmê dabîn nebin ewê hingê gerek dewletên endam alîkariyan bi firokan bigihînin her 46 cihên dorpêçkirî.

Nûnerê Hevbendiyê di Netewên Yekbûyî de doz li Netewên Yekbûyî kir ko sivîlan ji bombebarana asmanî biparêze û hem jî herêmeke bê-bombebaran ferz bike da ko êrîşên asmanî li Sûriyê birawestîne.

Nameyê destnîşan kir ko giring e sizaya tawankariyên cengî dabîn bibe ji nav wan jî yên ji hêla Rûsya ve bûne û pêngavin bêne kirin da Dadadgeheke navdewletî ya taybet bi rewşa Sûriyê çê bibe, gava ko di Encûmena Ewlekariyê de nehêlin dosya Sûriyê bi bal Dadgeha tawankariya navdewletî ve bête şandin.Jêder: Hevbendî

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button