Break newsRaportslide

ENKS bîranîna Barzanî vejand

YEKÎTÎ MÎDYA

Encumana niştimanî ya kurd li Sûrî ENKS 37mîn salvegera koça dawî ya Mistefa Barzanî li piraniya bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê roja Sêşemê 1-3-2016 vejand.

 Emandariya ENKS bîranînek navendî bi amadebûna partiyên siyasî, dezgehên civaka sivîl, kesayetiyên serbexwe, û cemawerkê mezin li bajarê Qamişlo li darxist.

Gotina ENKS Mihemed Isma,îl endamê emandariya encumanê pêşkêşkir, û têde bixêr hatin bi tevaya beşdaran kir û bi vê boneya xemgîn ji wan re û ji gelê kurd û Sûrî re sersaxî xwest.

Encumenên Xwecih Yê ENKS Li Til Temir, Hesekê , Dirbêsiyê, Amûdê , Dêrik Bîr Anîna Barzanî Vejand in

Li Gor Nûçegihanê YEKÎTÎ MÎDYA Li Çil Axa Û Aliyan Bi Hezara Welatiyên Kurd, Encumenên Xwecih Yê ENKS, Rêxistinê Partiya , Dezgehên Civaka Sivîl, Rêxistinê Xorta Û Jina Li Tirpispî, Çil Axa, Girgê Legê Li Vê Bîr Anînê Beşdar Bûn.

Di Gotina Sekreteriya Giştî Ya ENKS Zehra Ehmed Axivî Û Got Rola Şandeya ENKS Li Oripa Bi Serokatiya Berêz Ibrahîm biro Pir Mezine Û Giring Bûna Vekirina Ofîsa ENKS Li Cinêf Şirove kir Û Bombe Baran Kirine Efrîn Ê Ji Hêla Turki Yê Bi Tundî Şermezar Kir.

Tê zanîn ku helbest û stranên taybet bi vê boneyê ji hêla komên filklorî yên ENKS ê hatin pêşkêşkirin.

Li Gor Nûçegihanê YEKÎTÎ MÎDYA Li Çil Axa Asayîş Ê PYD Riyê Go Diçe Bîr Anînê Kontrol Kirin Û Xort Bin Çav Dikirin Ji Bo Leşgeriya Neçar

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button